Li Hewlêrê çalakiya endamên Meclîsa Îştar di roja 4'an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li ber Nûnertiyya Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê di roja 4’an de tevî baran û sermayê bi biryardarî didome.

Jinên ji Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30'ê Çile ya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê beriya du rojan danê êvarê êrîşî jinan kirin ku li ber nûnertiyê kon vedabûn. Hêzên asayîşê kon xera kirin û dest danîn ser alavên çalakgeran.

Çalakiya jinan tevî baran û hewaya sar didome. Jinên endamên Meclîsa Îştar di çalakiya xwe de bibiryar in û ragihandin ku heta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.