Li Hewlêrê greva birçîbûnê di roja 102'an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a li nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 102'an de didome. Jinên ji Hewlêrê çûn serdana çalakiyê û banga piştgiriyê kirin.

Li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 102 roj in greva birçîbûnê berdewam dike. Îro komeke jinên Hewlêrê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Jina bi navê Semîra Saleyî ku serdana çalakgeran kir ji ANF’ê re axivî û got; “Îro pêwîst e hemû jin di qonaxeke wiha hestyar de piştgiriya xwe ji bo çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşan bidin. ji ber ku di dîrokê piştevanê herî mezin ji bo jinan Ocalan e.”

Saleyî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser fikir û felsefeya Ocalan û wiha got: “Bi fikir û felsefeya Ocalan jin ji bin koletiyê û sîstema zilamsalarî rizgar bûn. Bi wê felsefeyê jin îro li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji hemû jinaên cîhanê red dikin. Li aliyê jinan li hember çeteyên DAÎŞ’ê jî serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Semîra Saleyî axaftina xwe de bang li hemû jinên Başûr kir ku piştgiriya çalakiyan bikin û got: “Divê jin piştgiriya çalakiyan bikin. Ji ber ku nabe di qonaxek wiha bihestiar de jin pêşengtî nekin û bê deng bimînin. Ji ber wê di wê baweriyê de me jinên azadîxwaz wê bi erkê xwe rabin.”