Li Hewlêrê di êrîşê de karmendekî jiyana xwe ji dest da

Li Hewlêrê di êrîşa danê sibehê de ku li avahiya walîtiyê hate kirin, karmendekî jiyana xwe ji dest da.

Êrîş serê sibehê saet 07:45'an ji aliyê sê kesan ve hate kirin. Êrîşkarên ketin hundirê avahiyê, destpêkê polîsê li ber derî birîndar kirin. Piştre derketin qadê sêyemîn.

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî civîneke çapemeniyê li dar xist û go, "Di êrîşê de karmendekî jiyana xwe ji dest da."

Şer nêzî çar saetan dewam kir. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), duyemîn payebilindê Midûriyeta Emniyetê Ferhad Mûhammed got, "Operasyon piştî ku sê êrîşkar hatin bêtesîrkirin, qediya."

Mûhammed diyar kir ku gelek personelên ewlekariyê birîndar bûne, lê agahiyên berfireh neda.

Alîkarê Walî Tahir Abdullah beriya niha dabû xuyakirin ku êrîşkar 2 kes in. Piştî ku ketin hundirê avahiyê dengê çekan û teqînê hat. Tê gotin ku teqîn ji ber bombeyên destan rû daye.

Mûahmmed ji bo êrîşê got, "êrîşeke terorîstî ye", lê heta niha ti kom sûcdar nekiriye. Heta vê gavê kesî êrîş li xwe negirtiye.

Çeteyên DAÎŞ'ê sala 2015'an êrîş biribûn ser avahiya Wezareta Karên Hundir a li Hewlêrê û ji ber êrîşê gelek kes miribûn.