Li Hewlêrê 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek da û ragihand: “Di berdewama lêgerîna kesên bi guman û yên bi nexweşiya Koronayê ketine, li bajarê Hewlêrê hatiye tespîtkirin ku 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Ji wan kesên bi nexweşiyê ketine, 3 jinên ku temenê wan 69, 50 û 57 in û du mêr ku temenê wan 69 û 29 e. Her wiha du zarokên ku temenê wan 9 û 5 salî jî nexweş ketine. Sê kes xizmekî nexweşekî berê ne.”
Hate diyarkirin ev nexweş ji semtên Enkave, Sefîn û Gulan a bajarê Hewlêrê ne.