Li Hewlêrê 15 wekîlan li dijî dagirkeriyê bang kirin
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 15 wekîlên Parlamenta Herêma Kurdistanê bang kirin ku rûniştinek li dijî dagirkeriyê bê kirin.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 15 wekîlên Parlamenta Herêma Kurdistanê bang kirin ku rûniştinek li dijî dagirkeriyê bê kirin.
Ji komên partiyên cuda yên li parlamenta Herêma Kurdistanê îro bi fermî 15 parlamenteran bi daxwaznameyekê daxwaz ji serokatiya parlamenta Herêma Kurdistanê kirin 'ji bo guftûgokirina derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê' civînek asayî lidar bixe.
Parlamenterên ku daxwazname pêşkêşî parlamentoyê kirine yên komên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ne.
Parlamenterê koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya li Parlamenta Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih ku îmze avêtiye binê daxwaznameyê ji Rojnews got; "Dema ku rûniştin pêk hat, em ê daxwaz bikin ku erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê serweriya xwe biparêze. Ev berpirsyartiyekî nîştimanî, yasayî û mirovî ye. Pêwîste Parlamenta herêmê derbarê wê de bi erka xwe rabe. Hêvî dikin ku encama vî dengê nerazîbûnê hebe. Da ku êdî serweriya welatê me neyê binpêkirin."
Desteya Serokatiya divê di nava 14 rojan de dema vê rûniştinê eşkere bike.
Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hebûn bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di 20’ê Hezîranê de, bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Duh 891 îmzeyên hatin komkirin radestî parlamenta Iraqê hatin kirin. Di 30'ê Hezîranê de jî li dijî dagirkeriyê daxwaznameyek pêşkêşî parlamenta Herêma Kurdistanê kiribûn û xwestibûn bicive.