Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 8 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas 8 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Tevî hikum biryara berdana Almas hate dayîn.

Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almaz ji doza komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê ev ceza betal kir û xwest Almas carek din bê darizandin. Piştî betalkirina ceza, danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 

Almas û parêzerên xwe Muhîttîn Mûgûç û Hava Hulya Atli di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya cezakirina Almas dubare kir û xwest Almas girtî bê darizandin. Almas bi Kurdî xwe parast û da zanîn ku komeleya wan li gorî rêgezên hiqûqî hatiye vekirin û wan tu karek bêhiqûqî nekiriye. Almas xwest demdirêjiya girtina wê li ber çavan bê girtin û daxwaza berdan û beraetê kir. 

Parêzeran jî xwest miwekîla wan bê berdan û beraet bike. 

Dadgehê ewilî 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Almas birî û pişt re daxistina takdîrî pêk anî û cezayê Almas dixist 8 sal û mehek û nîvê. Dadgeh bi vê hikmê re derbarê Almas de biryara berdanê da.