BI DÎMEN

'Li herêma PDK lê serwer e, kesên bi fikrê cuda têne girtin'

Rojnamevanên Germiyanê anîn ziman ku li herêma PDK lê serwer e, sûcên nerewa li kesên azadîxwaz û rojnamevanên azad têne kirin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ê edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê ku hat revandin û ev 286 roj in bê hiqûqî tê ragirtin. Di 29’ê Tîrmehê de 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê bi sûcdariya “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê” 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî. Têkildarî vê mijarê rojnameger Zimnako Yehyayî û Şaho Îbrahîm ji ANF’yê re axivîn.

‘JI BER NEBÛNA AZADIYÊ LI HERÊMA PDK’Ê ROJNAMEVAN DIREVIN’

Rojnamevan Zimnako Yehyayî diyar kir ku rojnamegerên li herêma PDK’ê ji ber nebûna azadiyê cih û warê xwe terk dikin û tên bajarên din û wiha got: “Li herêma Behdînan, Hewlêr û Dihokê ji ber bertengbûna karê rojnamegeriyê û tunebûna azadiyê li van herêman, li dadgehên PDK’ê sûcên nerewa û nelicih ji rojnamegeran re tên çêkirin. Lewma gelek rojnamegerên van herêman cih û warê xwe terk dikin û berê xwe didin Silêmaniyê.”

‘LI HERÊMA PDK'Ê KESÊN KU FIKIRÊN WAN ÊN CUDA HENE, TÊN GIRTIN’

Şaho Îbrahîm da xuyakirin ku li herêmên PDK'ê sûcên nerewa û nelicih ji rojnamegeran re tên çêkirin û wiha domand: “Heta niha jî ez nizanim Silêman Ehmed li ser çi hatiye girtin, mixabin li wan herêmên ku PDK desthilatdar e, çêkirina senaryoyan gelek hêsan e, kesên ku fikirên wan ên cuda hebin, senaryo ji wan re tên çêkirin û tên şandin bo dadgehê û dadgehên wir jî ne serbixwe ne û biryarên wan siyasî ne.”

Şaho Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ji destpêkê heta niha me hay ji girtina Silêman Ehmed heye, lê heta niha em nizanin ku li ser çi hatiye girtin. Vê herêmê li ber civaka navneteweyî dixin bin pirsyaran. Civaka navneteweyî wek senaryoya partiyekê lê nanêre, li wêneyê mezin dinêre ku Herêma Kurdistanê ye.”