Li herêma Metîna êrîşa dagirkirinê

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên çiyayê Metîna ya di navbera navçeyên Dêrelok û Şêladizê de bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê herêmên nêzî malên welatiyan bombebaran kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, îro saet di 13.20’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran li pey hev herêma çiyayê Metîna yê di navbera navçeyên Dêrelok û Şêladizê de bombebaran kir.

Heta  niha der barê ziyanan de tu agahî nehatiye wergirtin, duh jî dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bi dijwarî bombebaran kiribû.