Li herêma Firatê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Herêma Firatê bi wesîleya 27’ê Mijdarê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek mezin bi tevlîbûna hezaran hat lidar xistin.

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji bo pîrozkirina 27’ê Mijdarê, 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyeke girseyî lidar xisitin. Şahî li Qada şehîd Egîd bi amadebûna şêniyên Herêma Firatê, endamên sazî û dezgehê rêveberiya xweser pêk hat.

Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa azadiyê destpê kir de Hevseroka Meclîsa Malbatnê Şehîdan a navçeya Sirîn Behiyê El Elî axivî û diyar kir ku, 27’ê Mijdarê ji bo wan roja vejînê û hebûnê ye.

‘DI ENCAMA BERXWEDANA GELÊ KURD DE PLANÊN QIRKIRINÊ TÊK ÇÛYE’

El Elî, anî ziman ku gelê Kurd bi saya damezrandina PKK’ê ji tarîtiyê derketine û têkoşîna azadiyê didin û got, “Bi taybetî netewa Kurd rastî her cure qirkirin û siyaseta tinekirinê hatin. Lê bi têkoşîna Rêber Apo jiyaneke nû ji bo me ava bû. Îro jî dewleta Tirk a dagirker ji bo raman û têkoşîna azadiyê biçewisîne, serî li her rêbazê dide. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo jî yek ji van plan û rêbazan e. Di encama vîn û berxwedana gelê Kurd de hemû plan û siyaseta qirker têk çûye.”

Piştre jî ji rayedarên herêmê Ehmed Daban qala dîroka Kurdan a tijî berxwedan kir û wiha got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe ji destpêka avabûna tevgera PKK’ê heta niha bêyî navber êrîşê destkeftî û hêzên têkoşer dike. Li hemberî van êrîşan ji bo jiyanek bi rûmet tenê rêyek heye, ew jî berxwedan û têkoşîna rêxistiniye.”

Daban derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî faşîzmê wiha bibîr xist, “PKK’ê bi şeş kesan partî îlan kir. Îro xwedî bi milyonan e. Di oxira vê dozê de bi hezaran têkoşer canê xwe feda kirin û bûn sembola berxwedanê.”

Daban nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da û got ku divê tevahî gelê Kurd ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vê tecrîdê bikevin nava tevgerê û helwesta xwe nîşan bidin.

Piştre jî şahî bi stranên komên Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn û gerandina govendê bi dawî bû.