Li Hemrînê mayin teqiya

Li Hemrînê ji ber teqîna mayinê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

Li cihekî nêzî çiyayê Hemrînê yê li Başûrê Kurdistanê, danê vê sibehê mayinek teqiya. Ji ber teqînê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, navê pêşmergeyê jiyana xwe ji dest daye, Îsmaîl Hemê Omer ê ji Qeladizê ye.

Li derdora çiyayê Hemrînê, ku çeteyên DAIŞ'ê di nava liv û tevgerê de ne, hefteya bihurî gava wesayita pêşmergeyan derbas dibû teqînekê rû da bû û 4 pêşmerge birîndar bû bûn.