Li hember dagirkeran şerkirin erkek e

Divê hemû oldarên cîhanê li hemberê neheqiya li Kurda tê kirin bêdeng nemîne, li gorî rastiya dîn tevbigerin û ne ji bo desthiladara ji bo gel erka xwe ya mirovahî pêkbînin dakû nehêlin li Efrînê komkujî pêkwere.

Mele Îsmaîl Tosuran, got ku gelê Efrînê mafdare xwe li hemberê dagirkeriya Tirk biparêze.

Tosuran, diyarkir ku divê oldarên xwedî vîcdan Erdoganê fasiq û minafiq netirse û rastiya dagirkirina Bakûrê Kurdistanê taybetî jî ya Efrînê ji gel re bibêjin.

Mele Îsmaîl Tosurn, pirsî û got ku ka kîjan ol, bawerî, exlaq van êrîşên hovanê yên li ser gelê Kurd taybet jî li ser Efrînê rewa dibîne. Divê melê cîhanê li gor heqîqetê helwesta xwe nîşan bidin.

 Îsmaîl Tosuran ê Melê Binarê Qendîlê ye, di derbarê êrîşên hêzên dagirker ên li ser Kurdistanê taybet jî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê,durûtiya Erdogan û oldarên wê û bikaranîna ola îslamê ji ajansa me re axivî.Mele Îsmaîl diyarkir ku ev êrîşên Erdogan li dijî îslamêye û wiha axivî: “Beriya herî tiştî divê em bizanimbin ku ew tiştên ku îro di welatê îslamî de diqewime çiqas li gor şerîatê ye? Ev tiştê ku îro diqewime bi hemû awayî li dijî şerîata xweda û pêxember e. Bi taybet ev êrîşa ku bi destê Erdogan bi navê îslamê li hemberê Efrînê pêktê li dijî îslamê û dîn e.”

‘GELÊ EFRÎNÊ BI MAFE XWE LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK BIPARÊZE’

Mele Îsmaîl Tosuran bi eyet û sûreta ve xwe parastina gelê Efrînê ya li hemberê dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ziman: “Niha li gor eyeta 8-9 sûreta ‘Mûmtihene’ di nava qurana pîroz ev tiştê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime qurana pîroz di derbara wê de çi dibêje? Di eyeta 8’an de qurana pîroz dibêje ku; hûn dikarin dostayî bikin li gel kesên ku ne îslambin jî, lê destdirêjî li ser bawerî, malê wê nekin û kesî wisa wê li welatê wê dernexin. Di eyeta 9’an de jî dibêje ku; eger kesê ku li hember baweriya wan, mal û milkê wan, namûsa wan, axa wan, welatê wan dest dirêjî bikin mafê we heye ku hûn li gel kesê wisa dostaniyê nekin. Em îro li Kurdistanê mêzebikin gelo em dest dirêjî li ser axa, namûs, baweriya dewletê wek Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq ê dikin an ew dikin. Ji ber vê jî mafê me Kurda yê xwe parastin ê rewaye li hemberê dest dirêjiya dagirkeran heye. Gelê Efrînê mafdare xwe li hemberê dagirkeriya Tirk biparêze. Îro hemû cîhan jî dibîne ku desthilatdar me li axa me derdixînin, an zanayê meyê olî dibin ber sêdarê, an jî azadî xwazê Kurd di quncikê zîndanan de dirizînin. Ev şerê dagirkeriyê li hemberê gelê Kurd tê meşandin. Ya ku îro li Efrînê tê jiyankirin jî heman tişt e.”

‘PEYMANA SYKOS-PÎCOS Û SOZAN KUFUR E’

 Mele Îsmaîl peymanê Sykos-Pîcos,Lozanê wek kufur pênesekir û wiha got: “Îro li hemberê gelê Kurd li ser esasê peymana Saykos-Pîcos, Lozan şerê dagirkeriyê tê meşandin û ev peyman peymanekî kûfûr e. Tu exlaqê him li ser erdê him jî ezman de mal, milk û welatê gelekî ji bo kesê dîtir ne helal e. Ev sînorê ku îro Kurdistan perçe kiriye, li ser esasê van peymana bûye. Ev dewletên dagirker ên ku xwe wek misilman pênase dikin li ser esasê van peymana ev sed sale li ser gelê Kurd komkujî û qetlîama pêktînin. Her kesek an jî her dewletekî ku li gor vê peymanê tevbigere, ger ku ji dil ve vê peymanê erêbike ji dîn derketiye û fasiqe. Xwedê teala di sûreta ‘Elî Îmran’ de dibêje; ne tenê pratîkkirina bernameyên (Saykis-Pîcos, Lozan) kufur e, bi dostayatî li gel ew aliyên mayîn jî kûfûr e, însan li dîn derdixîne.”

DI VÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN ALIMÊN OLDAR BÊDENG NEMÎNIN

Mele Tosuran, bang hemû oldarên cîhanê kir ku divê li hemberê neheqiya li Kurda tê kirin bêdeng nemînin, li gorî rastiya dîn tevbigerin û ne ji bo desthiladara ji bo gel û xwedayê teala erka xwe pêkbînin wiha nirxand: “Erka hemû zanayê îslamî yên cîhanê divê li dijî neheqiya ku li hemberê Kurda tê kirin dengê xwe bilind bikin. Bila hemû oldarên Tirk bila werin rewabûna êrîşên li ser ziman, bawerî, çand, ol û axa Kurda nîşanê min bindin ka kîjan eyata qurana pîrozde nivîsiye. Îro derketine li hemberê Êrîşa Efrînê fetva didin û êrîşê rewa dikin, ji bo leşkerên xwe yên dagirker dûadikin ev yek nayê qebûl kirin.Mixabin, îro zanayê olî yê Fars, Ereb û Tirk di mehreba Hz. Mihemed de li cihê ku tê de ji bo gel peyama xwedê tê gotin, ev zanayê olî îro peyama Sedam, Rûhanî, Esed û Erdogan ji xelkê re dibêjin. Divê oldarên Tirk, ger ku di dawiya wî de mirin hebe jî divê rastiyê ji gel re bêjin desthilatdara netirsin, rastiya êrîşê Erdogan ê li ser Efrînê ji gel re bêjin. Ji ber ku tişta ku Erdogan li ser axa Kurda dike tecawize, zilme. Eger îro Hz. Mihemed jiyan bikira ew alimên bi şaşika xwe ya olî ve bi fetvayê ku dibêjin ev gelê Kurd kafirin malê wan helal e û piştgiriya Erdogan dikin wê wan kesa bi şaşikêwan ve darve bikira. Netenê wana darvebikira wê ew kabeya Mala Xwedê ku bûye aracek zilmê ,ji bo van zalimên wek Erdogan, Rûhanî, Sedam, Melîk Selman, yên ku zulim, komkujî, enfal, înkar û qetlîama li ser gelan dikin. Wê ew mala ku îro bûye araçê van zalima wê xirabikira. Lê heta vê gavê alimekî olî yê Tirk ê bicesaret derneket holê û pirsekî wisa xwe nekir. Divê oldarên xwedî vîcdan Erdoganê fasiq û minafiq netirse û rastiya dagirkirina Bakûrê Kurdistanê taybetî jî ya Efrînê ji gel re bibêjin.”

 ‘DIVÊ ALIM Û OLDARÊN KURD LI DIJÎ VÊ BÊEXLAQIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE’

Mele Îsmaîl herî dawî bang li gelê Kurd taybetî jî oldarên Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê êrîşa li hemberê Efrînê de mal dişewitin, jin, zarok, tên qetil kirin, xweza tê şewitandin, bax û baxçe, zevî tê şewitandin. Ka kudera qurana pîrozde tiştekî wisa rewa heye. Derveyî peymana Sykos-Pîcos,Lozan a kûfûr tu kes vê kiryarê rewa nîşan nade. Gelê Kurd tenê azadiya xwe dixwaze. Li gor kîjan ol, bawerî, exlaqê ev şaş e. Ka kîjan ol, bawerî, exlaq van êrîşên hovanê yên li ser gelê Kurd taybet jî li ser Efrînê rewa dibîne.Pêximberê îslamî tu carî xwe civakê cûda nîşan nedane. Cilê cuda xwe nekirine, lê ev oldarên Tirk ên ku ew cilên bi navê îslamê xwe kirine ka kîjan rojê ji bo gelê bindest, mazlûm ê Kurd axaftinekî bi heq kirine. Niha di şerê Efrînê de gelo kî mafdar e? Heqê kî şerkirinê heye? Bê gûman heqê ew gelê ku lê zilim tê kirin heye. Li hember dagirkeran Kurd mafdarin şerbikin. Ji ber ku ax, av, ziman,çand, ol û welatê wî bi êrîşekî dijwar re rûbirû ye. Ez bang hemû alimên olî yên Kurd dikim li hemberê vê neheqiyê bisekinin û dengê xwe bilintir bikin. Li gor eyet û hedîsa ji gel re ispat bikin ku dagirker dewleta Tirk e. Ji ber ku me tu ziman, ax, av, ol û welatê kesî dagir nekiriye. Li hemberê dagirkeran şerkirin wacîbek e.”