Ciwanan li ser bandora çekên kîmyewî semînerek da

Koma Ciwanên Şarezûrê bi dirûşmeya ‘Bikaranîna çekên kîmyawî ya li ser xaka Kurdistanê û encamên wê’ li Helebce semînerek lidar xist.

Li Bîrdariya Şehîdên Enfalê ya li Helebce ji aliyê Koma Ciwanên Şarezûr ve bi tevlîbûna dehan ciwan û kesî bi navnîşana ‘Bikaranîna çekên kîmyawî ya li ser xaka Kurdistanê û encamên wê’ li Helebce semînerek lidar xistin.

Semîner ji aliyê Şatû Mihemed û Herdî Hadî ve hate dayîn.

Destpêkê Herdî Hadî axivî û qala rejîma Baas û Enfalê kir û got: “Enfal qirkirineke fîzîkî nîne. Mirov êşa xwe nezane çawa dikare behsê bike. Sistema netew dewlet çareserî naîne, ji derveyî xwe kesê qebûl nake. Gelek kes hene xweziya xwe li Sedam tîne, çima? Ji ber ku xwe û dîroka xwe nas nake.”

Hadî qala xayîn û nokeran jî kir û axaftina xwe wiha domand: “Destê nava me, me borîndar dike. Dikarî dijminê xwe bibînî, dikarî pêre şer bikî, noker û xayînan xwe nixumandine, ew me birîndar dike.

Gelek ji me enfal weke bajarek û malbatên qurbaniyan dizanin. Ev şaş e. Sîstem wisa kiriye ku civak ji hev xistiye. Ciwan ji welat direvin.”

Piştî axaftina Hadî, Şatû Mihemed bal kişande ser dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gelê Kurd û gerîla û got: “Dagirker dema hêza wan zeîf dibe, çeka kîmyawî bikar tîne. Li Kurdistanê herî zêde Helebce bû qurbanî. Li rojava hate bikaranîn dema şoreşê. Niha jî dewleta tirk li ser gelê kurd û gerîla tê bikaranîn.”

Şatû Mihemed anî ziman ku medya başûr û cîhanî qala wê nakin û got “Li qadên gerîla dema dawî li Garê çekên kîmyewî hate bikaranî û niha jî li Zap, Avaşîn û Metîna rojane bi çekên kîmyawî û qedexe êrîşî gerîla dikin.

Piştre sînevîzyonek li ser bikaranîna çekên kîmyewî hate nîşandan.

Piştî ku yek ji şahidê enfalê serpêhatiya xwe vegot û şûnde semîner bi dawî bû.