Li Heftanînê leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG'ê diyar kir ku hêzên wan di 29'ê Adarê de li herêmên Heftanîn û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîne û herî kêm leşkerek hatiye kuştn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li herêmên Heftanîn û Xakurkê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"29'ê Adarê saet di 11:30'î de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Hêzên me di heman demê de gule li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir reşandin û kamerayeke mobese ya li ser gir îmha kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 29'ê Adarê saet di 13:00 de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek kirin. Derbên xurt li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."