Li Heftanînê leşkerekî dagirker hate kuştin

Li herêma Heftanînê di çalakiya sûîqestê ya gerîlayên YJA Starê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"2'ê Adarê saet di 11:00 de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Konferansê yê Mezin çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

3'ê Adarê saet di 17:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Goşine ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."