‘Li hemberî hemû êrîşan em ê civak û xaka xwe biparêzin‘

Endamên Meclîsa Gel, nûnerên Rêveberiya Xwer a Şengalê û endamên TJÊ’ê ji bo piştevaniyê serdana Asayîşa Êzidîxanê, YBŞ û YJŞ’ê kirin.

Endamên Meclîsa Gel, nûnerên Rêveberiya Xwer a Şengalê û endamên Tevgera Azadiya Jinên ÊzidÎ (TJÊ) ji bo piştevaniyê serdana bendên Asayîşa Êzidîxanê, YBŞ û YJŞ’ê kirin. Destpêkê serdana benda YBŞ’ê ya li gundê Barê hate kirin. Li vir li ser navê TAJÊ Edol Şemo axivî. Şemo anî ziman ku êdî ew bûne xwedî hêz û wê timî cihê xwe li gel şervanên xwe bigrin. Şemo da zanîn ku ew ê timî cihê xwe ligel zarokên xwe bigrin û em ê rê nedin fermanek din.

‘EM Ê LI HEMBERÎ HEMÛ ÊRÎŞAN RAWESTIN‘

Piştî axaftina Şemo, li ser navên YBŞ’ê Dilşêr Qeyranî jî axivî û wiha got: “Me çawan civaka xwe ji fermanê rizgar kir, em ê timî civaka xwe jî biparêzin. Em zarokên vê axê ne. Ji bo parastina vê axê di sala 2014’an de me li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê şer kir. Me li ber xwe da û civaka xwe parast. Em ê îro jî li hemberî hemû êrîşan rawestin û li ber xwe bidin. Bila civaka me baş bizane, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî wan biparêzin. Êdî em li benda tu kesê namînin ku me biparêzin, em ê xwe bi xwe biparêzin.“

Şandeyê piştre serdana benda Asayîşa Êzidîxanê ya li gundê Xanasorê kir. Her wiha şandeyê serdana benda asayîşê ya li navçeya Sinonê jî kir. Herî dawî şandeyê berê xwe da navenda Asayîşa Êzidîxanê ya li gundê Gigurê kir.

Şandeyê serdana xwe bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana asayîşê“ bi dawî kir.

‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ DESKEFTIYÊN ME NE‘

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal der barê serdanê de ji ANF’ê re axivî û ev tişt got: “Ji bo piştevaniyê me îro serdana asayîşa xwe kir. Ew ji bo parastina me li ber xwe didin. Êrîşên li ser tevahiya deskeftiyên me ne. Ev êrîş bi destê Iraqê, Emerîka, dewleta qirker Tirk û PDK’ê pêk tên. Ji bo pûçkirina van êrîşan divê em bibin yek û li dora hêzên xwe bibin xelek.“