Li Hannoverê ji bo Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir

Kurdistaniyên li Hannoverê û bajarên derdorê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev wê 3 rojan dewam bike.

Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê greva birçîbûnê dest pê kir. Grev wê 3 rojan bidome.

Kurdistaniyên li bajarên Hannover û Salzgitterê dijîn, danê sibehê kon vedan û saet di 13'an de jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

'JI BO AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê Ciwan Çewlig axivî û ji xwest ku CPT bes bibe amûrekî dewleta Tirk. Çewlig got, heta ku Ocalan azad nebe, aştî û aramî pêk nayê.

Endamê NAV-DEM’ê Altun Bischoff jî bal kişand ser tirsa hêzên serdest a ji ramanên Ocalan.

Berdevka Meclîsa Jinan a Şehît Ronahî Alya Ekîncî jî diyar kir ku Erdogan qewlê xwe dagirtiye û got "Erdogan wê di xwîna Kurdan de ya ku rijandiye bixeniqe."

'JI ERDOGAN Û ÇETEYÊN WÎ RE WÊ DERS BÊ DAYÎN'

Kesên piştgirî dayîn çalakiyê axivîn û bal kişandin li ser van xalan:

"Ne tenê xaka Kurdistanê, li her devera cîhanê bi ramanên Abdulah Ocalan azadbûnê destpê kiriye.

Yên ku rayê xwe didin Erdoganê faşîst, wê gel ber bi karesatên hîn mezintir ve bibin. Gel wê ders bide Erdogan û çeteyên wî, em ji vê bawer dikin.

Divê Kurdistanî jî xwe rêxistin bikin, xweparastina xwe pêk bînin û li ber xwe bidin. Di vê hilbijartina pêşwext de jî em ê mîna ya 7'ê Hezîranê bi ser bikevin."