Li kergehekî ya di nava hala sebze û fêkiyan de ya li navçeya Baxlarê ya Amedê, di teqînê de ku çawkaniya xwe ji karpîtê ku ji bo zerkirina naringiyan bikar tê digire, Hecî Ebdula Onder ê 50 salî jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn. Bûyer êvarî li kargeheke di nava hala sebze û fêkiyan de ya li taxa Bagcilarê qewimî. Karkerên kargehê dema ketin odeya ku tê de ji bo zerkirina fêkiyên naringiyê madeya kîmyewî ya bi navê karpît tê bikar anîn, teqîn pêk hat. Her du kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hecî Ebdula Onder ku di bin xirbeyê de mabû di cihê teqînê de ku bi awayekî giran birîndar bibû hate derxistin. Onder ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneya ku rakiribûn rexmê hemû hewldanên doktoran nehate xilaskirin. Li cihê kar ya ku zirarekî mezin lê çêbibû û tê de xebatê ekîban didome, xisareke mezin çêbû.