Li gundên Binarê Qendîlê amadekariyên ji bo zivistanê

Demsala payizê bi rengên xwe yên herî xweşik xwe li binarê Qendîlê dide nîşandan. Dema meha Cotmehê tê hemû gundî amedekariyên xwe yên zivistanê dikin.

Bi hatina zivistanê re şêneyên Qendîlê amedekariyên xwe yên rojên serma yên zivisatanê dirêj dikin. Bi vê boneyên yek ji şêneyên Binarê Qendîlê Mehemed Ehmed bal kişand ser çêkirin û amedekirina hinar, hingiv û jiyana xwezayî a gundan kir û got ku jiyana gundan civakbûna me xurtir dike.

Mehemed Ehmed got, "Jiyana gundan, çanda bav û kalên me ye. Divê her  mirovek bikaribe li ser axa xwe debara xwe bike. Li bajaran debara xwe ya rojane kirin gelekî zehmet bûye, her tişt bi pereyekî zêde ye. Lê mirov dikare li gundan jiyana xwe hîn bi aramîtir bi rê ve bibe."

Mehemed Ehmed wiha dewam kir: "Jiyan û xweparastina li bajaran gelekî zehmet bûye, jiyana herî bi ewle li gund e. Ji bo mirovên weke min temen mezin, jiyana gund jiyanek bi tendurûste. Divê mirov bikaribe bi xwezaya gundê xwe re bijî, debara xwe bike, zarokên xwe fêrî jiyana xwezayî bike. Zarokên vê wextê ji jiyana gundan direvin û berê xwe didin nava qirêjiya bajaran. Li bajaran jî nikarin debara xwe bikin, lê belê mirov dikare li gund debara xwe hîn baştir bikin."

'BEREKETA MÊŞÊN HINGIV ZÊDE YE'

Ehmed wiha pêde çû; "Bi hatina payizê re, em dest bi amadekariyên xwe yên zivîstanê dikin. Ez debara xwe li ser xwedîkirina lewiran, çandinî û mêşênê hingiv dikim. Hemû gundên Kurdistanê dewlemendin û mirov dikare bi rihetî debara xwe li gundên xwe bi rêve bibe, bê ku çavê me li destê hinekan be. Xwedîkirina mêşan her çiqasî zehmet be jî, lê belê feydeya xwe heya û ez debara xwe pîranin li ser xwedîkirina mêşan dikim. Hingivê mêşan ji bo tenduristiya mirovan gelekî başe, di heman demê de pereyekî baş jî bi xwe re tîne û bi van pereyan ez zarokên xwe xwedî dikim."

'BARÎNA BARANÊ NÎŞANEYA DESTPÊKÊ YA KOMKIRINA HINARAN E'

Ehmed herî dawî got, "Dema ku barana yekemîn li hinaran dikeve divê hinara bêne kom kirin. Dema ku em kom dikin em nivî wan difiroşin nîvê din jî ji bo zivistanê hiltînin. Ez hinaran kom dikim û hevsera min jî ava sîrkê çêdike. Ava sîrkeyan em dixin ser xwarinê û herî zêde jî em li ser seleteyan zebze dikin. Zivistan dema mêvanê me tên em datînin ber wan û ji xwe re heya derengî sohbet dikin. Ev galgalên me dihêle ku civakbûna me hîn zêdetir xurt bibe."