Li gundekî Kanîreşê terora leşkerên Tirk

Leşkerên Tirk bi hinceta dadana agirê Newrozê li gundekî yê navçeya Kanîreş a Çewlikê teror pêk anîn, li zarok 11 salî dan.

Leşkerên Tirk li gundê Karahamzan piştî 21’ê Adarê pîrozkirina Newrozê, du caran avêtin ser malan.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya agahiyan dispêre welatiyên xwecihî, leşkeran dadana agirê Newrozê kir hincet, gundî li naverasta gund kom kir û heqaret li wan kirin.

S.O yê 11 salî ku helwest nîşanî vê yekê da, leşkeran li wî dan.

Gulbihar Oge, Mehmet Uzer û Tahir Uzer ên dema serdegirtinê leşkeran heqaret û nêzîkatiyên der mirovî dikirin, kişandin jî destgîrkirin. Her sê kesên hatin destgîrkirin, piştî dîmen jêbirin, 2 saetan û şûnde hatin berdan.