Li gundê Anadere yê Bedlîsê çi diqewime?

Li gundê Anadere yê Bedlîsê û derdora wê, ev çend roj in operasyona leşkerî heye. Hat ragihandin, di dema operasyonê de leşkeran bi şaşitî li hev reşandine û di encamê de 3 leşker mirine.

Li gundê Anadere yê Bedlîsê, ku ev çend roj in operasyona leşkerî lê heye, 19 kes hatin binçavkirin, ku emrê 4 ji van ji 60 salî mezintir e. 3 kes hatin berdan, lê agahî ji 16 kesên mayî nayê girtin.

Gundiyan diyar kirin, ew li qereqola Yelkenliyê gef li wan hatiye xwarin, heqaret li wan hatiye kirin û bi gotina "hûn ê bicehimin û biçin" zext li wan hatiye kirin.

Wekî din hate ragihandin, ku li gund di dema şer de leşkeran bi şaşitî li hev reşandine û 3 ji hev kuştine.