Li gund û navenda Şengalê şewat

Şewata li gund û navenda Şengalê ji aliyê şervanên YBŞ, YJŞ û gel ve hate vemirandin.

Li navenda Şengalê şewat derket û di demeke kurd de belavî gundên Sibehî, Domîs û Şehabî bû. Di nava rojê de şewat bi bandor ber bi gundên Til Binat, Til Qesağ, Girê Camêî û Êyn Şebabîk ve belav bû.

Gundiyan bi pêdiviyên xwe yên kêm hewldan şewatê vemirînin, şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi hewara gundiyan ve çûn û şewat vemirandin.

Di şewatê de zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.

Gundiyên herêmê ragihandin ku şewat bi zanebûn ji aliyê hinek kesên nediyar ve tê derxistin.

Beriya çend rojan jî li heman herêmê şewat derketibû. Di encama şewatê de dîsan zirareke mezin gihiştibû gundiyan.