Li gund teror pêk anîn: Em nahêlin hûn bijîn

Artêşa Tirk û cerdevanên ku li Liceya Amedê û bejahiya Çewligê di operasyoneke ku lidarxistin de windahiyên giran didan, bi ser gundên derdor de girtin û teror li ser gundiyan pêk anîn

Di serdegirtina malan de leşkeran gefên wiha kirin, “2 leşkerên me mirin. Ji ber we em tên kuştin. Li vir em ji şansê jiyanê nadin we”.

Leşkerên ku ji operasyanê vedigeriyan di saet 05:00'ê sibê de bi ser gundê Dexl yê di navbera Çewlig-Licê de girtin. Leşker û cerdevanan derdora gund dorpêç kirin û li malan lêgerîn pêk anîn. Leşker û cerdevanên ku di malan de lêgerîn pêk dianî tişt û erzaqên xwarinê yên malan li erdê belav kirin.

Malên malbatên gerîlayên HPG'ê Osman Uzan (Alî Hamza) û Nesrîn Uzan (Helîn) ku di sala 2011'an de li Hatayê jiyana xwe ji dest dabûn, malên wan tarûmar hatin kirin. Leşker û cerdevanan wêneyên gerîlayê HPG'ê li pêş çavê dayîk û bav şewitandin. Bavê gerîla Osman Uzun Ziya Uzun ku bertek nîşanî rewşê diyar kir leşkeran jê re got ku “Em ê te jî bişewitînin” û gef lê xwarin.

Zehra Ûzan a ku 70 salî ye û li heman gund dijî leşkeran li mala wê ji lêgerîn pêk anî û Ûzan nerazîbûn nîşanî leşkeran da li ser wê nîqaş derket. Di nîqaşê de bombeya leşkerekî ket erdê. Leşker û cerdevanên ku derdora gund dorpêç kirin û derketina gund girtin.

Têkildarî mijarê gundiyên ku axivîn diyar kirin ku li herêmê bi şev heron û helîkopter bi şêweyekî nizm difirin û sibehê ji serdegirtin pêk anîn. Gundiyan diyar kirin ku di destê leşkeran de lîsteyeke dirêj heye û leşkeran wiha gotine; "2 leşkerên me mirine. Ji ber we em tên kuştin. Em li vir şansê jiyanê ji nadin we."

Welatiyên gundê Dexl ku bê navber leşker û cerdevan êrîş û zextan li ser wan pêk tînin, diyar kirin ku ewlehiya canê wan tineye.