Li Gola Wanê qeqlîbaz dimirin

Li Gola Wanê ku bi sedan celebên çûkan dijîn, ev du sal in, Tîrmehê mirina qeqlîbazan balê dikişîne.

Li Gola Wanê ku bi sedan celebên çûkan lê dijîn, ji ber sedema ku kezîna bajêr bi ser golê de tê berdan, ji ber sedema ku bi nezanî gol tê xebitandin û masiyên li golê ber bi ava şîrîn ve diçin, şaredariyên AKP’ê ji ber ku bi dermanên jehrî bi ser gilêşan de diçe û guherînên ji ber sedema germahiya global bi hezaran qeqlîban mirin. Li Wanê bi sedan celebên çûkan dijîn lê balkeş e ku ji van tenê qeqlîban dimirin. Li gorî çûkzanan û hawîrdorparêzan êdî li Gola Wanê celebê qeqlîbazan nema dikarin bijîn.

'JEHRÎ DIBIN, BIRÇÎ DIMÎNIN..'

Çalakgerê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Fatîh Şahîn dibêje germahiya Wanê havîna 27-28 pîle ye lê van du salên dawî 35 pîle û wiha domand: "Bi germahiya global gef li ser hemû celeb zindiyan heye. Habîtata qeqlîbazan girêdayî Wanê ye. Masî di van deman de ji bo ku hêkan bikin diçine ber qiraxên çeman û ber bi avên germ û şîrîn ve diçin. Ev jî dike ku qeqlîbaz birçî bimînin. Li hêa Gewaşê ji ber ku gilêş tê avêtin ev jî dibe sedem ku qeqlîbaz jehrî bibin. Ev qad têne dermankirin. Qeqlîbazên ku bi masiyan nikarin xwe têr bikin berê xwe didine ser gilêşan. Ev jî dibe sedema ku bimirin."

Serokê Wan Çevderê Alî Kaldik jî got biya wan qeqlîbaz ji birçîna dimirin û xebatên xwe yên li ser vê babetê didomînin.