Li girtîgehên Wanê binpêkirina mafên mirovan dewam dikin

Eşkere bû ku li girtîgehên li Wanê, girtî ji ber xwarina ji wan re hate dayin bi jehrê ketine û hin girtî jî tevî ku rîska wan a mirinê heye rêveberiya girtşîgehê ew nebirine nexweşxaneyê.

Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Li girtîgehên Tîpa F a Wanê, Tîpa T a Wanê û Ewlekariya Bilind a Wanê ku girtiyên siyasî lê ne, her roj mafekî girtiyan tê desteserkirin. Li girtîgehan, ku kovar, pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan, sohbeta navbera koxûşan û spora bi hev re jî qedexe ye. Lêgerîna bi rengekî tazîkirî ku yek ji binpêkirina mafên mirovan e hîn jî dewam dike. Girtî dema ku li ber lêgerîna bi rengê tazîkirî radibin hingî êşkence û heqaret li wan tê kirin.

Girtiyên li girtîgehên Tîpa F a Wanê û Ewlekariya Bilind a Wanê bi rêya malbatên xwe qala binpêkirina mafên mirovan kirin. Malbatên ku destpêka meha Çileyê çûn hevdîtina vekirî diyar kirin ku ji ber xwarina ku ji girtiyan re dane girtî bi jehrê ketine. Malbatan ragihandin ku hin girtî hatin ber mirinê, lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ew nebirin revîre yan jî nexweşxaneyê.

'GIRTIYÊN KU BI JEHRÊ KETIN RANEKIRIN NEXWEŞXANEYÊ'

Malbata girtiyekî der barê mijarê ji ANF'ê re axivî. Malbatê ragihand ku zarokên wan ji ber xwarina ku xwarin bi jehrê ketin û got, "Bi mehan e heman xwarinê didin girtiyan. Ev xwarin jî bi giranî şorbe û savar e. Ji ber ku her roj heman xwarinê dixwin, serê gelek girtiyan gêj bû.

Herî dawî ji ber xwarinê nêzî 20 girtî bi jehrê ketin. Hin ji van girtiyan jî rewşa wan giran bû û rîska mirinê li wan der bû. Tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê girtî nebir revîre yan jî nexweşxaneyê û nehişt ku bên tedawîkirin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in."