Li girtîgehên Amedê tecrîd, êşkence û binpêkirina mafên girtiyan

Li girtîgehên Amedê hat tespîtkirin ku girtî tên sirgûnkirin, êşkence li wan tê kirin, tên tecrîd, lêgerîna tazî tê kirin û mafê tenduristiyê yê girtiyên tê astengkirin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER), têkildarê binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Amedê raporek amade kir. Rapor, li avahiya Baroya Amedê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran di daxuyaniyê de axivî û got ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkarî tên kirin. Mîran, wiha domand: “Di serî de mafê jiyanê, li girtîgehên Tirkiyeyê gelek miameleyên rûmetşikên tên kirin. Gelemperî em li girtîgehan binpêkirinên weke  sirgûn, îşkence, îzolasyon, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê tespît dikin.”

Di raporê de binpêkirinên li girtîgehên di nava kampûsê de cih digirin wiha hatin rêzkirin:

GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ

"* Ji girtiyên ku qebûl nekirin biçin hevdîtinê bi kesên ji xwe re digotin ji îstîxbaratê hatine, agahiyên şaş ên weke ‘parêzerê we hatiye’ hatin parvekirin. Bi vê yekê re bi darê zorê hevdîtin ferz kirin.

* Di dema lêgerînên di qawîşan de miameleyeke dermirovî tê kirin, amûrên girtiyan tên belawelakirin û zirarê didin, tiştên ji kantînê tên kirîn jî bi awayekê kêfî tên komkirin.

* Bi hinceta cezayekê disiplînê yê du sal berê ku rêveberiya girtîgehê daye, çalakiyên civakî hatine astengkirin, kurs nayên vekirin û derfetên werzişê û suhbetê ji holê hatine rakirin.

* Kamera di qawîşan de hatine bicihkirin ku cihên qata jor a qawîşan (beşa nivînan) û beşa daşir-serşokê her tim dibînin, mafê jiyana taybet hatiye binpêkirin, lêgerîna tazî li gelek girtiyên nû anîn girtîgehê ferz kirine, kesên li dijî vê derketin hatine derbkirin û cezayên dîsîplînê lê hatine birîn.

* Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêm in, bijîşkên revîra saziyê pir zû tên guherandin û ev yek dike ku tedawiya girtiyan bi demê re vemîne. Her wiha girtiyan dereng sewqê nexweşxaneyê dikin, cendirme dema girtiyan dibin nexweşxaneyê du kelemçeyan dixin destên wan, di rîngên teng de tên sewqkirin ku cihê girtiyan tê de nîn e, li revîrên nexweşxaneyê bi destkelemçekirî tên tedawîkirin, di dema sewqê de rastî kirinên di asta  tacîzê de tên û dema girtî îtîraz dikin jî cezayê disiplînê lê tê birîn.

GIRTÎGEHA HEJMAR 1 A BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ

* Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan. Xwarinên baş nayên dayîn, cureyên xwarinan kêm in û kêm tê dayîn. Xwarin paqij nayên çêkirin.

* Ji ber ku bihayê tiştên li kantînê pir zêde ye û tiştên girtî dixwazin li kantînê nîn in, gelek pêdiviyên xwe nikarin pêşwazî bikin.

* Di dema lêgerînên li odeyan de dest danin ser lênûskan, di lêgerîna bi boneya 21’ê Adarê (Cejna Newrozê) de bi hinceta ku di lênûskan de stranên Kurdî hene, cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn.

* Di dema serdanên malbatan de bi hinceta lêgerînê zehmetiyan ber malbatan derdixînin û dema malbat bertekê nîşan didin jî cezayê qedexeya hevdîtinê tê birîn.

GIRTÎGEHA HEJMAR 2 YA BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ

* Ji ber ku heta 2 hefte berê pêwist bû roj û dem li gorî hevdîtinên vekirî û girtî û cureyên sûc bên diyarkirin, hat ragihandin ku girtiyên ku ji ber endamtiya PKK û DAIŞ'ê cezayê wan yê teqez girtî ye bi hev re hatine berdan. Û girtî û malbatên wan 2 meh in bi awayekê ji provokasyonê re vekirî anîne hemberî hev.

* Xwarin nebaş e. Cureyên xwarinê û porsîyon kêm in. Malzemeyên dixin nav xwarinê ne paqij in. Roj bi roj xwarin xerabtir dibin û girtiyên nexweş û vejetaryen bi awayek kêm û bênteduristî tên xwedîkirin.

GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 1 A AMEDÊ

* Girtiyan ragihand ku pirtûk û kovarên Kurdî nadin wan. Tevî ku ne qedexe ne jî bi awayekê kêfî nadin girtiyan û girtî nikarin pirtûkan bi dest bixin.

* Li girtîgehê personelên tenduristiyê û bijîşk têr nakin. Bijîşkên li revîrê jî her tim tên guhertin. Ev jî dibe sedema ku rê li ber nexweşînan veke. Girtî li revîran bi awayekê kelemçekirî tên mieyenekirin. Dema girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin û bi tacîzan re rûbirû dimînin û ji ber girtî îtîrazî vê dikin, bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin.

GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 2 YA AMEDÊ

* Li gelek girtiyên ku piştî girtinê anîne yekîneya qebûlkirinê ya girtîgehê, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin.

* Li gel ku di qawîşan de 16 cihên razanê hene, nêzî 30 girtî tên ragirtin, ji ber vê sedemê jî girtî di navbera xwe de bi dorê radizên.

GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 3 YA AMEDÊ

* Bihayê tiştên li kantînê zêde ye, gelemperiya tiştên dixwazin li kantînê nînin an jî ji ber bihayê wan ê giran nikarin bikirin.

* Di serî de binpêkirinên li girtîgehan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwazname hatine nivîsandin lê heta 6 mehan jî bersiv nehatiye dayîn.

* Di dema lêgerînên rûtîn de li girtiyan tê ferzkirin ku pêlavên xwe derxînin û gelek sepanên din ên mirovan biçûk dixin tên ferzkirin.”

‘DIVÊ DAWÎ LI USÛLÊN LÊGERÎNÊ YÊN QEDEXE BÎNIN’

Piştre jî Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Adîle Salman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn. Lewma divê înfaza wan were taloqkirin û berdan. Divê nirxandina rewşa girtiyên nexweş her tim di mercên nêzikatiyeke klînîk de bê kirin û piştî raporên tibî jî tavilê bên berdan. Divê demildest dev ji sepanên dermirovî yên weke lêgerîna nava dev berdin û dawî li usûlên lêgerînê yên qedexe bînin. Hewce ye girtiyên nexweş bişînin nexweşaneyan. Girtî baş naxwin û xwarinên bitendurist nîn in. Ev jî mafekê bingehîn e ku tê binpêkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê ya li girtîgehan bê zêdekirin. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngê lê bi wesayîtên bihîjyen û li gorî tenduristiyê guncav veguhêzin saziyên tenduristiyê. Ji bo paqijiyê, divê alavên hîjyenê bêpere bidin girtiyan. Hewce ye tavilê dawî li sepanên îşkence û miameleya xerab bînin. Têkildarê peywirdarên cemaweriyê yên li gorî kêfiyetê sepanan têxin meriyetê jî mekanîzmaya lêpirsînê bikeve meriyetê.”