‘Li girtîgehan zilmê li zarokên me dikin‘

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê îro jî berdewam kir. Malbatan diyar kir ku li girtîgehan zilmê li zarokên wan dikin û gotin: “Sedema vê zilmê jî Kurdbûna wan e. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 183’yemîn de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan, her wiha endamên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Peyas a Amedê jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de dayika girtî Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, Nazîme Boltan axivî. Boltan diyar kir ku di nava 7 mehên çalakiyê de tekane daxwaza wan berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bû. Bi domdarî Boltan bang li serokomar û wezîrê edaletê kir û got: “Zarokên me nayên tedawîkirin. Bihêlin ku zarokên xwe em bi xwe tedawî bikin. Zarokên we jî hene û hinek bi halê me fêm bikin. Destên xwe deynin ser wijdana xwe.”

Boltan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Pirtûkên ku em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Bi hinceta ku di hundirê wan de hesin heye, pêlavên ku em ji zarokên xwe re dişînin jî nadin wan. Li hundir zilmê li zarokên me dikin. Sedema vê zilmê jî kurdbûna wan e. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”

Xwîşka girtiyê bi navê Abdullselam Guler, Încî Guler jî da zanîn ku ev 7 meh in tekane daxwaza wan edalet e û xwest ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.

ÎZMÎR

Malbatên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 61’emîn de jî berdewam kir. Malbatan çalakî li pêşiya Baroya Îzmîrê li dar xist û di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan, her wiha rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Balçova û Narlidere yên Îzmîrê jî amade bûn.

Hevserokê HDP’a Balçovayê Halîl Bîrkar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku zexteke giran a di asta îşkenceyê de li ser girtiyan heye. Bîrkar anî ziman ku girtiyên ku nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane bikin nayên berdan û wiha domand: “Bi vê yekê re jî girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Bi polîtîkaya dijminatiyê nêzî girtiyên nexweş dibin. Ev nêzikatî nîşan dide bê ka pergala edaletê di halekî çawa de ye. Dadgehên Tirkiyeyê serbixwe nînin û nikarin li gorî îradeya xwe biryaran bidin. Nobeta Edaletê ya dayikan ji bo me hemûyan gelek girîng e.”

Bîrkar diyar kir ku girtîgeh, eynika welatan e û axaftina xwe wiha dawî kir: “Girtiyên siyasî ji ber daxwazên xwe yên heq û hiqûqê hatine girtin. Bi hincetên vala tên cezakirin. Divê raya giştî xwedî li girtiyan derkevin û dengê xwe bilind bikin.”