Li Girtîgeha Wanê hate îddîakirin girtiyekî xwe kuştiye

Hate îddîakirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyê bi navê Ramazan Akbaşli hewl daye xwe bikuje.

Hate îddîakirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyê bi navê Ramazan Akbaşli yê ku ji 19’ê Mijdara 2020’an û vir ve bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin, hewl daye xwe bikuje. Hate diyarkirin Akbaşli rakirine Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê û di beşa venihêrîna kûr de ye. Tê diyarkirin ku rewşa Akbaşli giran e.

Xizmên Akbaşli diyar kirin ku polîsan ji wan re gotiye ku ‘Akbaşli xwe kuştiye, girêdayî cîhaza bêhnstendinê ye û di lêpirsînê de biryara veşartîbûnê hatiye dayîn.”

Hate diyarkirin îro biryara beraeta ya Akbaşli hatiye dayîn.