Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê êşkenceya bi ava cemidî

Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tê girtin, diyar kir ku ew neçar tên hiştin bi ava cemidî xwe bişon û ava wan a vexwarinê jî gemarî ye.

Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê kir.

Tûrgût diyar kir ku ava germ nadin wan û got, "Pirsgirêkên heyî girantir bûne. Ava germ qet nadin. Ji ber ku em ji neçarî bi ava cemidî xwe dişon û hewa sar e, nexweşî der dibin. Ava ku ji bo vexwarinê didin jî gemarî ye û bêhn jê tê."

Tûrgût ji malbata xwe re got, "Fatûreyên elektrîkê zêde tên. Tevî ku em tiştekî bi kar nînin jî fatûreyê dişînin. Rêveberiya girtîgehê fatûreyên nadin me, li gorî xwe fatûreyê dinivîsîne."