Li Girtîgeha Tarsûsê êşkenceya fîzîkî û derûnî li girtiyan tê kir

Apê girtiyê siyasî Cengîz Temel ê li Girtîgeha Tarsûsê Davût Temel got, biraziyê wî jê re gotiye ku di dema sermijartinê de li wan tê ferzkirin ku rabin ser piyan û êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li wan tê kirin.

Dewleta Tirk êşkenceya fîzîkî û derûnî ya li girtiyên siyasî roj bi roj giran dike.

Girtîgehên li Xarpêrt, Şakran, Bolû, Baybûrt û Tarsûsê ji bo vê êrîşkariyê weke herêmên navendî hatine destnîşankirin. Heman polîtîka li girtîgehên din jî tê meşandin.

Girtiyên siyasî jî bi greva birçîbûnê û protestokirina hevdîtinan vê zordariya rêveberiyên girtîgehan şermezar dikin.

Bûyerên ku bi taybetî li Girtîgeha Girtî ya Tarsûsê diqewimin radixin pêş çavan ku ji bo binpêkirina nirxên mirovahiyê hemû rêbaz têne bikaranîn.

Yek ji girtiyên siyasî yên li beşa T-2 a Girtîgeha Tarsûsê ye, Cengîz Temel e. Apê Temel Davût Temel ji ANF'ê re qala axaftina biraziyê xwe ya li ser kiryarên li girtîgehê kir.

Temel diyar kir, herî dawî 2'ê Cotmehê wî biraziyê xwe dîtiye û jê re gotiye ku êşkenceya fîzîkî û derûnî li wan tê kirin.

Ap Temel got, rêveberiya girtîgehê ji girtiyan dixwaze ku di dema sermijartinê de bi rengekî leşkerî rabin ser piyan û ji bo vê yekê zext û zordariyê li girtiyên siyasî dike.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊ DAWÎ Û BÊ DORVEGER

Temel got, "Cengîz ji min re got ku ew hikumxwarekî siyasî ye, lewma rabûna ser piyan a di dema serjimartinê de li nasnameya wî nayê. Ji ber ku di dema sermijartinê de ranabin ser piyan êşkence li wan tê kirin. 3 hevalên wî li dijî vê zordariyê ev 19 roj in bi rengekî bê navber û bê dorveger di greva birçîbûnê de ne. Yên ketine greva birçîbûnê ji hev veqetandine û yek bi yek xistine qawîşên ji hev cuda. Biraziyê min Cengîz got, wê ji 5'ê vê mehê û pê ve bi 30 girtiyan bikevin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ji bo destekê bidin hevalên xwe û sermijartina li ser piyan şermezar bikin. Diyar kir ku piştî wan dest bi grevê kir, pêkane ku rêveberiya girtîgehê êrîşê bibe ser wan. Wê wan bixe odeya bi navê 'singirkirî'. Ji ber vê yekê jî ji raya giştî xwest ku piştgiriyê bide wan."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Temel anî ziman ku biraziyê wî zêdeyî 10 sal in girtiyekî siyasî ye û diyar kir, ji bilî pêkanînên 12'ê Îlonê cara yekê ye zexteke bi vî rengî li girtîgehan tê kirin. Temel ev bang kir: "Hewl didin me bêzar bikin ji bo em neçin hevdîtinê. Her deh gavan carekê me sax dikin. Ji xwe nahêlin ku em zêdeyî 20 deqeyan hev bibînin. Girîng e bala raya giştî li ser vê êşkence û zexta li girtîgehan be. Ji gelê me dixwazim ku di vî warî de bi hişyarî û berpirsyarî rabe."