Li Girtîgeha Rihayê komplo tê kirin

Girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê diyar kirin, piştî ku Fatîh Sertaç Çelîk bû midûrê yekemîn komplo û lîstik ketin dewrê û bang kirin.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êşkenceya li dijî girtiyên siyasî didomin. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê name şandin û bal kişandin ser zextên tên kirin. Di nameyê de hate bibîrxistin ku di salên 1990'î de li Şirnexê qanûnên fermî yên dewletê hatibûn betalkirin û gotin, "Çeteyên Ergenekon, Feto, TÎT, JÎTEM û yên mîna wan ku li gelek bajar û navçeyên herêmê li nava dewletê bi cih bûn û hêza fermî ya dewletê wergirtin, her devera lê bûn şewitandin, jiyan li mirovên me yên welatparêz û demokrat herimandin, jiyana wan têk birin. Bûyerên ku salên dawî li Rihayê diqewimin nîşan didin ku Riha veguheriye 'Komara Duyemîn a Şirnexê'."

Di nameyê de hate ragihandin, mîna li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan li Girtîgeha Hejmara 2 a Rihayê jî zext, zordarî, pirsgirêk û kiryarên ne mirovî didomin û hate destnîşankirin, piştî ku Fatîh Sertaç Çelîk bû midûrê yekemîn komplo, provokasyonan dest pê kirin û hewl tê dayin, ku girtiyên siyasî bên tehrîqkirin, sîxurkirin û teslîmgirtin. Girtiyan diyar kirin ku piştî Fatîh Sertaç Çelîk dest bi wezîfeyê kir, aktîvîteyên spor, sohbet, saz û wêne ji holê hatine rakirin û gotin, "Pirtûkên me bi sînor kirin, bi rê û rêbazên cuda mafên me yên hevdîtinê asteng kirin. Hevalên me yên ku bi nexweşiyên giran in û rapora 'nikarin bi tena serê xwe bimînin' bi wan re heye ji ber helwesta îdareyê nayên berdan.

Bi gotina 'parêzerê we heye' hevalên me radestî polîsan kirin. Li emniyetê û wesayita polîsan ku ew birin wê derê êşkence li wan kirin, îtirafkarî û sîxurî ji wan xwestin. Herî dawî hevalekî me li şûna ku bibin nexweşxaneyê birin edliyeyê, dozgerî pêşniyara 'şahidiya veşartî' lê kir û xwest li dijî girtiyên din bixe nava xefik û komployê. Kiryarên bi vî rengî piştî greva birçîbûnê derbasî qonaxeke cuda bûn. Hewl tê dayin ku mafê axaftina bi telefonê yê deh deqeyan jî asteng bikin. Li şûna ku bibin revîrê doktoran tînin odeyên me û bi vî rengî li girtîgehê tecrîdeke giran dikin, têkiliyên me yên bi derve re dibirin."

Di nameyê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê rêxistineke mîna Feto tevdigere kar dike û bang li saziyên pêwendîdar hate kirin: "Ev rêxistina mîna Feto hewl dide girtiyan bê îrade bike, teslîm werbigire, bike ajan, îtirafkar û bi lîstikên qirêj bi jiyana mirovan dilîze. Em ê ti carî ji rastiya xwe ya siyasî û însanî tawîzê nedin û firsendê nedin provokasyonan.

Em ji ÎHD, TÎHV û Komeleyên Malbatên Girtiyan, her wiha saziyên pêwendîdar dixwazin ku li Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û li saziyên fermî bikevin nava hewldanan, li dijî vê rêxistina mîna Feto bikin ku tedbîrên hiqûqî û însanî bên wergirtin."