Li Girtîgeha Panosê girtî Kaya hate êşkencekirin

Girtiyê bi navê Zulkuf Kaya ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate derbkirin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê hat kirin.

Girtiyê bi navê Zulkuf Kaya ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dibirin revîrê ji hêla 20 gardiyanan ve hate derbkirin. Hat zanîn ku girtî Kaya şevê din sewqî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê hatiye kirin.

Hate zanîn ku gelek nexweşiyên cuda yên Kaya hene û ev demek bû li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di bin tecrîdê dihat girtin.

Serlêdana malbat û parêzeran a hevdîtina bi Zulkuf Kaya re nehat qebûlkirin.

Ji roja girtiyê nexweş Kaya birin revîrê û vir de tu agahî ji nayê girtin.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî mijar kire rojeva meclîsê.