Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin, ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê 3 girtiyên ku hejmara li ser piyan red kirin ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Hate diyarkirin ku her sê girtiyên ku hatin derbkirin li gelek cihên laşê wan şikestin û şopên lêdanê hene. Piştî bûyerê girtiyan li girtîgehê hem ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan û hem jî li dijî êrîşan dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin.

‘EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN‘

Şaxa omeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bûyer ragihand. OHD’ê dê peyama xwe de wiha got: “Di seredana li Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ji me re hate ragihandin ku ji ber 3 girtiyan li cihê hewadarî yê qawişê hejmara ser piyan qebûl nekiriye, gardiyanan li wan daye, di laşên wan de şopa lêdane heye û hin beşên laşê wan şikestine. Ji ber binpêkirinên mafan ên demê dawî de li girtîgehê zêde bûn, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirine. Piştî ku têkildarî bûyera îşkenceyê û binpêkirinên mafan agahiyên berfirah hatin bidestxistin wê rapora were nivîsandin bi raya giştî re were parvekirin. Em ê şopdarên bûyerê bin.”