Li Girtîgeha Amedê êşkence li girtiyan hate kirin

Malbata Mehmet Siddik Meşe diyar kir ku li Girtîgeha Nimreya 3’an a Tîpa T a Amedê êşkence li kurê wan hatiyekirin û derbarê gardiyanan giliyê sûc kirin.

Girtîgeha Nimreya 3’an a Tîpa T a Amedê girtî Mehmet Sidik Meşe, bi ço û daran hat îşkencekirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, derbarê îşkencekirina Meşe de li avahî xwe daxuyanî da. Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker, hevserokên Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn û Halîse Dakali, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û ferdên malbata Meşe tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî malbata Meşe serî li wan daye teşebusên pêwîst kirine û wiha got: “Cihê rewşên wiha di feraseta dewleta hiqûq û civakî de tuneye. Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin.”

Kekê Meşe Mûrat Meşe, diyar kir ku birayê wî 6 meh in girtî ye û hê derneketiye dadgehê û ev tişt got: “Bêyî ku dadgeha wî bê kirin birayê min bi îşkenceyê re rû bî rû ma. Birayê min di hevdîtina xwe ya heftane ya telefonê de îşkenceya ku lê hatiye kirin vegot. 15 gardiyanan girtine ser qawîşa wî û di odeyekê de êşkence lê kirine. Birayê min bi ço û daran hatiye derpkirin. Piştî îşkenceyê guhekî wî nabihîze û çavê wî ji xwînê sor bûne. Ji bo ku bûyer neyê bihîstin gardiyana gefa kuştinê li birayê min xwarine. Me giliya berpirsyaran kir.”

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ XWEST EV BÛYER WERE GIRTIN

Parêzerê Meşe Azat Taşkin jî da zanîn ku piştî malbatê têkildarî îşkenceyê serî li wî daye ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe çûye girtîgehê û darbarê mijarê de ev agahî dan: “Li girtîgehê, bi rewşeke ku berê qet pê re rû bi rû nemabûm re rû bi rû mam. Piştî ku qeyda têketinê hat kirin saet û nîvek hatim rawestandin. Rêveberiya girtîgehê gazî muwekîlê min kiriye, pê re hevdîtin kiriye û xwestiye ku ev bûyer bê girtin.”

Taşkin, hevdîtina ku bi muwekîlê xwe re bi rapora ku amade kiribûn re vegot. Taşkin, destnîşan kir ku çavên muwekîlên wî bi xwîn bûne û ber çavên wî ji ber îşkenceyê mor bûne û wiha pêde çû: “Bin çavê wî yê rastê mor bûye, bin bijangî wî reş bûne, di gûzeke çavên wî de xwîn kom bûye, her dû çavên wî jî werimî ne. Muwekîlê min di ditînê de pirsgirêk dijî. Serçavê wî aliyê çepê û gepa wî werimî ne. Bi zehmetî sutiyê xwe tevdigerîne. Êşên giran dikişîne. Binî çengê wî yê rastê sor bûye. Ser milê wî yê çepê û binçengê wî diêşê. Herdu aliyê mazmazîkê wî hatine derpkirin û mor bûne. Piyê muwekîlê min jî mor bûbûn. Em ji vê jî derdixin ku muwekîlê min kirine feleqê. Bûyera îşkenceyê di 1’ê Kanûnê de pêk hatiye. Hema bibêje her roj bûyerên bi vî rengî li girtîgehê pêk tên û dengê qêrîn û zarîna girtiyan girtîgehê bilind dibe. Bi awayekî sistematik îşkenceya derûnî li girtiyan tê kirin.”

SEROKÊ BAROYA AMEDÊ: EM Ê GILIYÊ VÊ REWŞÊ BIKIN

Piştî parêzer Taşkin Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî axaftinek kir û ev tişt got: “Li girtîgeha mijara gotinê ye pirsgirêka binpêkirinên mafan heye. Kesên ku van îşkenceya paşguh dikin jî divê weke kesên ku êşkenceyê dikin bên cezakirin. Em ê giliya hemû berpirsyarên êşkenceyê bikin. Derbarê girtîgehê de xebatên me hene, em girîng dibînin ku van binpêkirinên mafan bibin saziyên edlî. Em heman hewldanê ji saziyên edlî jî dixwazin. Em daxwaz dikin ku faîl pêre ji girtîgehê bên dûrxistin û ji peywirê bên girtin.”