Li girtîgeha Amedê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de li dijî îşkence û binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl kirin.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî îşkence û pêkanînên xerab her ku diçe grevên birçîbûnê belav dibin. Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê îro dest pê kiriye û dê 3 rojan bidome.

Girtiyê bi navê Beran Eman ê 23 salî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin de hat girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hat birîn, telefonî malbata xwe kir.

ÎŞKENCE Û GEF

Eman diyar kir ku di demên dawî de îşkence pir zêde bûye û danê sibehê gardiyan avêtine ser qawîşên wan û belesebeb bela xwe di girtiyan dane û gef li wan xwarine û gotine "Hûn ê hêza dewletê bibînin." Eman, bibîr xist ku di demên dawî de li girtîgehê nêzîkatiyên kêfî yên gardiyanan pir zêde bûne û li Bloka C'yê bi dehan gardiyan girtî Umît Ozkan, Mehmet Kasim Aslan û Dogan Ozbahçeçî ji qawîşê derxistine û birine cihekî kamera lê tune ne û li wir li wan xistine.

ÎŞKENCE BI DAWÊ NEBE WÊ ÇALAKÎ VEGUHERE GREVA BÊDEM

Eman ragihand ku girtiyan rapora derbkirinê girtine û paşê girtiyan birine qawîşeke din. Eman bilêv kir ku piştî pêkanînên îro yên danê sibehêli Girtîgeha Jimare 1'ê ji bo sê rojan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ger îşkence bi dawî nebin dê greva xwe veguherînin greva bêdem.

Eman, ji bo tespîtkirina pêkanînên li girtîgehê bang li Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir.