Li Girtîgeha Îslahiyeyê greva birçîbûnê di roja 26'an de ye

Li Girtîgeha Girtî ya a Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê, greva birçûbûnê ku bêdem û bêdorveger destpê kir, 26 roj li pey xwe hişt.

Li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, Ûgûr Urun, Zannar Demîr û Hiccet Ûmûî yê ji Rojhilatê Kurdistanê 26 roj in, Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 21 roj in, Umît Ozen jî 18 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Serokê Şaxê Dîlokê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sînan Taştekîn serdana girtiyan kir û diyar kir ku bi qasî pêwîst pê heye şekir, xwê, lîmon û pêwîstiyên zarûrî nadin girtina, lewma çalakî mîna "rojiya mirinê" dewam dike.

Parezêrên endamên Şaxê Mersînê yên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) 29'ê Nîsanê hevdîtin bi girtiyên di grevê de ne, kiribûn. Parêzeran diyar kirin ku girtiyan ji wan re gotine, heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê çalakiya xwe dewam bikin.