Li girtîgeha Wanê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin

Li girtîgeha Wanê gardiyanan êrîşî 16 girtiyên ku li dijî guhertina odeyan derketî, kirin.

Li girtîgeha Tîpa T a Wanê beriya 4 rojan gargiyanan xwest odeya girtiyan biguherînin. Lê belê girtiyan nexwest odeyên wan bên guhertin. Li ser vê yekê gardiyanan êrîşî girtiyan kir û ew derb kirin.

Girtiyên bi telefonê li malbatên xwe geriyan ragihandin ku rêveberiya girtîgehê xwestiye odeyên wan biguherîne lê ji bo li dijî wê derketine, gardiyanan êrîşî wan kiriye û ew derb kirine. Hate ragihandin ku di nav girtiyên hatî derbkirin de hevşaredara Lîcê Rêzan Zugurli Ataş û Sitê Goren a 72 salî jî hene. Girtiyan ragihand ku tiliya hevşaredar Ataş li çend cihan hatiye birîn û milê Gorenê jî ji ber derbkirina gardiyanan nikare bixebitîne. Lê belê girtiyan dernaxin revîr an jî nexweşxaneyê.

Navê girtiyên li rastî êşkenceya gardiyanan hatî wiha ne: hevşaredarê Licê Rêzan Zugurli Ataş, Sitê Goren, Medya Aslan, Medya Çinar.