Li Girê Koordîne çalakiya sekvaniyê

Li Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, leşkerekî artêşa Tirk di encama çalakiyeke sekvaniyê de hate kuştin.

Şerê ku artêşa Tirk ji raya giştî vedişêre, ji aliyê kamerayên gerîla ve tê kişandin. Li herêma Colemêrgê, ku artêşa Tirk ji par ve şerekî man û nemanê lê dike, roj bi roj derbên mezin li leşkerên Tirk tên xistin.

Gerîlayên li vê herêmê timî çalakiyan lidar dixin. Yek ji van çalakiyan jî çalakiya sekvaniyê ya li Girê Koordîne yê li Çelê bû. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin. Dîmenê vê çalakiyê hate weşandin. Vaye ew dîmen...