Li Gimgimê 9 kes hatin destgîrkirin

Li Gimgimê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 kes hatin destgîrkirin.

Vê sibehê polîsan li Gimgimê ya bi ser Mûşê girtin ser gelek malan. Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Şerafettîn Ozturk jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin. Kesên ku hatin destgîrkirin, ew birin Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê.

Di serdegirtinan de Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Şerafettîn Ozturk, Îsmaîl Ozturk, Mehmet Ertaş, Volkan Çetîn, Servet Bîngol û kesên bi navê Kasim, Şeyhmûs, Cesûr û Şakir hatin destgîrkirin ên ku paşnavê wan nehate hînbûn.