Li Geverê teqîn: Zarokek birîndar bû

Li navçeya Gever a Colemêrgê, zarokê bi navê Yûsûf Akin (12) li nêzî baregeha leşkerî amûra ku  di destê wî de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Zarokê 12 salî Yûsûf Akin ê ku li gundê Wargenima girêdayî navçeye Gever a Colemêrgê dijî, di encama amûra teqemenî ya di destê wî de teqiyayî de bi giranî birîndar bû. Akin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Geverê Abdulkerîm Akdogan li ser mijarê anî ziman ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane despêkirin. Akdogan da diyar kirin ku wê li ser mijarê piştre bi berfirehî daxuyaniyekê bidin.