Li Geverê sercerdevan êrîşeke zayendî kir

Li gundê Akocak ê Geverê sercerdevanê dewleta Tirk Umît Yalçintûna êrîşeke zayendî li jinekê kir. Jin rakirin nexweşxaneyê.

Li gundê Akocak ê Gevera Colemêrge 5 roj berê jina 22 salî ji nişka bêhal bû û jin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Jina ciwan li vê derê diyar kir ku sercerdevan Umît Yalçintûna êrîşeke zayendî li wê kiriye. Piştî ku jina ciwan û malbata wê gilî kirin, sercerdevan hate destgîrkirin.

‘GOT DEWLET LI PIŞT MIN E Û GEF XWAR’

Xizmên jina ciwan derbarê bûyerê gotin ku, “Sercerdevan gefê li me dixwe, dibêje giliyên xwe bidin sekinandin. Ji me re dibêjin ku li pişt me dewlet heye. Lê em ê dev ji giliyên xwe bernedin. Niha Yalçintûna hatiye destgîrkirin û fikarên me ev e ku serbest were berdan.”

Umît Yalçintûna yê zewicî 30 salî ye û bavê wî jî cerdevan e. Hate hînbûn ku sercerdan zextan li vê jina ciwan dike û dibêje ‘Were bibe jina min a çaremîn.”