Li Geverê ketin û derketina gelek gundan hate qedexekirin

Hêzên dewleta Tirk li Gevera Colemêrgê ketin û derketina gelek gundan qedexe kir.

Li gorî agahiyên ku hatin stendin operasyona dagirker a li herêma Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo de didome.

Ber bi herêmê de sewqiyateke leşkerî heye û hate diyarkirin şerekî giran didome.

Operasyona dagirker îro jî didome û leşkeran diyar kirin ku ketin û derketina gundan heta sê rojan hatiye qedexekirin.

Di destê sibehê de gelek kepçe û dozer jî birine herêmê.

Di dema operasyona leşkerî de roja Yekşemê 13 kes hatibûn destgîrkirin. Di heman rojê de êvarî 11 kes ji wan hatibûn berdan.

Demhat û Behçet Engudar hê jî li Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê di nezaretê de ne.

Hate diyarkirin 11 kesên hatibûn berdan, îro tevî hinek kesên din birine herêma operasyonê.

Ji ber ku şivan jî hatine destgîrkirin, hate diyarkirin 5 hezar pez û dewar jî winda bûne.

Destûr nayê dayîn ku gundî biçin li pez û dewarên xwe jî bigerin.