Li Geverê gerîlayek şehîd bû

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbeyna gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Di şer de gerîlayek şehîd bû.

Navenda  Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayekî da, ku 9’ê Hezîranê di şer de şehîd bûbû.

Li gorî daxuyaniyê tê gotin, li Geverê, li dijî yekîneyeke li ‘Şehîd Gafûr’ a hêzên dagirker gerîlayan çalakiyek kiriye. Di çalakiyê de 1 jê payebilind 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyonek dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’ ‘’Dema operasyonê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di vî şerî de hevalekî me yê ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirî şehîd bûye. ‘’

Agahiyên nasnameyê yên gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Dara Van
Nav û Paşnav: Hakan Sûnkûr
Cihê Jidayikbûnê: Van
Navê Dayik - Bav: Hazîne - Abdûlmûttalîp
Cih û Dema Şehadetê: Colemêrg / 9’ê Hezîrana 2018’an

Dara – Hakan Sûnkûr

HPG’ê derbarê gerîlayê ku şehîd bûye, ev agahî dan:

‘’Hevalê me Dara Wan li Miksê ya Wanê li nav malbateke welatparêz hatiye dine û li derdoreke wiha ku nêzî nirxên azadiyê yên gelê Kurd mezin bûye. Rastiya dijmin ji nêz ve nas kiriye û di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de xebat kirine. Hevalê me  Dara ku ketî bin bandora nirxên pîroz ê têkoşîna me û şehîdên leheng, ev nirx her car li ber danîne. Hevalê me Dara ku ji malbatê gelek kes tevlî nav têkoşînê bûyî, ji bo ku li dijî zextên dijmin têkoşîneke çalaktir bike berê xwe daye nav gerîla. Ji dema ku hatî nav gerîla tim bi daxwaz û çoşiyeke mezin bûye. Bi kedkariyeke zêde xebat kiriye û bi berpirsyariyeke zêde nêzîkatî li hemû peywiran kiriye.

Hevalê me Dara li dijî şerê qirkirinê yê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan li eniyên pêş cih girtiye, bi giyanê êrîşê yê gerîla û bi vê tarz û taktîkê di nav gelek çalakiyan de cih girtiye ku dijmin şaşa maşo kiriye. Li dijî hewldanên dagirkirina Kurdistanê, hevalê me Dara yê ku ji bo azadiya gelê me şer kirî heta hilma xwe ya dawî jî hîsên welatparêziyê ji kûr ve jiyaye, bûye yek ji wan hevalên me ku nûnettiya pêngava şoreşger a demê kiriye.

Ji ber şehîdbûna hevalê me Dara di serî de serê malbata hêja Sunkur, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be. Em careke dî sond dixwin ku heta ku em îdeala şehîdên me Kurdistana Azad ava bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.’’