Li Geverê gerîlayan li wesayiteke zirxî xist: Gelek dagirker hatin kuştin

Hate ragihandin, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê, hêzên gerîla li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk xistin û di encamê de gelek dagirker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, roja 16'ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên gerîla çalakiyek kirin.

Hate ragihandin ku di navbera qereqolên Wargenima û Kendalokê de li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a bi tîpa Kîrpî hate xistin.

Di çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê hîn daxuyanî nedaye.