Li Geverê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

14'ê Îlonê saet 7'an hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Gafûr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Heman rojê saet 07:10'an, hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Elîşêr ê li Geverê xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI AMEDÊ OPERASYON

12'ê Îlonê artêşa TC a dagirker li herêma Şehîd Kendal a Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ev operasyon 15'ê Îlonê bê encam qediya."