Li Geverê çalakiya sabotajê: 13 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Gever a Colemêrgê derbek giran li leşkerên Tirk dan. HPG’ê got di çalakiyê de 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got di çalakiya hêzên gerîla ya li navçeya Gever a Colemêrgê de 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, roja 29’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakiyên bi bandor lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Hêzên me saet 10:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

LI GEVERÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN, 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 11:30’an li dijî konvoya zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji Qreqola Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve diçî çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiya ku bi tektîka sabojatê pêkhatî de wesayîteke zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm gulebaran kir û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI NAVÇEYA ÇELÊ SEWQIYATA LEŞKERÎ

Roja 29’ê Tîrmehê saet navbera 21:00 û 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker gelek wesayîtên zirxî sewqî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê kir. Di dema vê sewqiyatê de helîkoptera tîpa kobra ku bombe li herêmên Xeregol û Şelalê barand bu hedefa hêzên me. Hêzên me bi giranî li helîkopterê dan û helîkopter neçar ma ji herêmê dur bikeve.

LI DIJÎ WESAYÎTA ALAVÊN LEŞKERÎ TÊ DE ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li herêma Botanê didome de, roja 28’ê Tîrmehê saet 17:15’an li dijî wesayîteke ku alavên leşkerî ji qereqola Şûxa ya navçeya Berwarî ya Sêrtê re dibir çalkiyek lidarxist. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm bombeberan kir û di encama bombebaranê de li herêmê derket.

LI NAVÇEYA TETWAN A BEDLÎSÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 27’ê Tîrmehê saet 09:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma gundê Cangiza yê navçeya Tetwan a Bedlîsê barandin. Di vê bombebaranê de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmê operasyon da destpê kirin. Operasyon heman rojê saet 14:30’an ji herêmê paşve vekişiya. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BARANDIN

Roja 29’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de balafiran saet 13:00’an herêma Tepê Sor yê herêma Avaşîn, saet 19:00’an herêma Werxelê ya herêma Zê, saet 22:45’an herêma Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê bombeberan kirin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye."