Li Geverê 6 kes hatin girtin
Ji 10 kesên di serdegirtinên malan ên navçeya Gever a Colmêrgê de hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin girtin.
Ji 10 kesên di serdegirtinên malan ên navçeya Gever a Colmêrgê de hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin girtin.
Polîsên ku li Geverê di serdegirtinên hemwext ên 28’ê Tîrmehê roja Înê ya li taxên Cûmhûryet û Gungerenê de girtin, 10 kes binçavkiribûn.
Emîn Tîner, Omer Ozer, Nesîbe Ozer, Sakîne Ozer, Mûhammed Ozer, Emîne Çatkû, Hulya Çatkû, Şûkran Çatkû, Kerme Çatkû û Dildar Çatkû yên hatin biçavkirin birin edliyeyê.
Omer Ozer, Nesîbe Ozer û Sakîne Ozer li gel Muhemmed Ozer , Şukran Çatkû û Emîne Tîner ê ku piştî îfadeya li dozgeriyê û şûnde sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya “alîkarî û piştgirîkirina rêxistinê” hatin girtin, Emîne, Hulya, Kerem û Dildar Çatkû jî hatin berdan.