Li Germiyanê peykerê Mamoste Şemal hate danîn

Mamoste Şemal Germiyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, di salvegera yekemîn de li Kifrî peykerê wî hate danîn.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî, nivîskar û dîroknas Sûheyl Xurşîd ku bi navê Mamoste Şemal Germiyan dihate naskirin, 28'ê Tebaxa 2022'an li navçeya Kifrî ji aliyê MÎT'ê ve bi êrişeke çekdarî hatibû şehîdxistin.

Li navçeya Kifrî ya ser bi Îdareya Germiyanê, bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta wî de xizm û dostên wî li hev kom bûn. Di çalakiyê de peykerê ji bo Mamoste Şemal Germiyan hate danîn, hate vekirin. Peyker li Qada Parastina Şaristaniyê ya li navenda navçeyê hate danîn.

Peyker li Beşa Peykerê ya Atolyeya Hunerên Bedew a Kifrî hate amadekirin.