Li navçeya Kelar a Germiyan hejmarek siyasetmedar û aktîvîstan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û xiyaneta wê şermezarkirin.
Di çalakiyê de Hisên Ezîz axivî û got: “Êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Em şermezar dikin. Herwiha nokerî û çavgirtina aliyên Kurdî ya ji bo dagirkeriyê jî şermezar dikin. Em ê rê nedin rûmet û kerameta ti ferdekî Kurd were şikandin. Em bang yekrêzî û yekdengiyê li aliyên siyasî û welatiyan dikin. Em daxwaz dikin ku li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were. Em dizanin ku berjewendiyên bilind ên aborî di navbera desthilata Kurdî û Tirkiyeyê de heye, sedema êrişa nixumandina dagirkeriyê jî her eve.”