Li gelek herêmên Gimgimê derketina derve hate qedexekirin
Dewleta Tirk, li 15 herêmên Gimgimê derketina derve "qedexe" kir.
Dewleta Tirk, li 15 herêmên Gimgimê derketina derve "qedexe" kir.
Li navçeya Gimgim a Mûşê, bi hinceta "Operasyona leşkerî ya li herêma Çiyayê Kolanê" li 15 herêman derketina derve hate qedexekirin.
Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qedexekirin ev in: Kolan, Tekneduzu, Yeşîldal, Onpinar, Koprucuk, Kaynarca, gundê Çayçati, taxên Çaglak, Guluce, gundikê Metî û zozanên Seyrek, Yeşîldal, Çûkûr, Koprucuk û Tekneduzu.