Li gelek bajaran êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê li gelek bajaran hatin protestokirin.

Dewleta Tirk di 12’ê Nîsanê de di bin navê ‘Lêpirsîna Kobanê’ de li 13 bajaran endam û rêveberên HDP’ê kirin hedef, derbarê 91 kesan biryara destgîrkirinê da û bi dehan kes destgîr kir. Bi taybetî avahiya HDP’ê ya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hate talankirin. Ev êriş li gelek bajaran hatin protestokirin.

AMED

Li Amedê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî hate dayîn. Parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Îmam Taşçier û hevserokên bajêr jî di nav de rêveberên DBP’ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û diyar kir ku ji sala 2015'an ve li dijî partiya wan bi hezaran operasyona hatine lidarxistin û û ev tişt got: "Di van operasyonan de bi hezaran HDP’î hatin destgîrkirin û di heman demê de bi hezaran HDP'î jî hatin girtin. Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku HDP’ê bêbandor bikin û nehelin siyaseta demokratîk bi pêş bikeve. Civak kuştina xwe û aştiyê naxwaze. Erişên desthilatê ne ji xurtbûna wê ji qelsbûna wê ne. Çi dibe bila bibe AKP-MHP hatine ber asta qedandinê. Yên ku winda dike ew in û ya ku qezenç dike jî siyaseta HDP û sazî û dezgahên civaka demokratîk in.”

Piştî axaftina Zeyyad Ceylan, parlementer Dersim Dag jî axivî û "Lêpirsîna Kobanê" weke "kompas" pênase kir û wiha got: "Desthilat bi 'Lêpirsina Kobanê' dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike. Li Kobane DAIŞ'ê winda kir. Deshilata AKP'ê vê qebûl nake û ji ber vê yekê bi ser gelê Kurd te tê û dixwaze tola DAIŞ'ê ji Kurdan bigire. AKP-MHP bi van operasyonan dixwazin tekoşîna Kurdan îllegalîze bikin. Lê çawa ku DAIŞ winda kir wê AKP-MHP jî winda bikin.

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zext şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan anî ziman ku ji bo îktidara AKP-MHP’ê têkoşîna HDP’ê di çavê gelê Kurd de bide reşkirin, van zextan pêk tîne û dê ev zext bi ser nekevin. 

Parlamenter Omer Ocalan jî destnîşan kir ku wan gelek zext û tirsan ji ser xwe avêtine û got: “Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. Em meşru ne û divê ji îradeya gel re hurmet bê nîşandan.”

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê li ber avahiya xwe daxuyanî da û destgîrkirinên pêk hatin û zextên li ser avahiya HDP’a Cîzîrê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em HDP’ê Diparêzin” vekirin.

Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku armanca êrişên AKP’ê û MHP’ê ew e ku HDP siyasetê neke û got: “HDP rêya sêyemîn e. HDP fikr û ramanek e. HDP azadî ye. HDP hêviya gelan e. Hûn nikarin îradeya gel asteng bikin û em faşîzma desthilatdariyê şermezar dikin, Em hebûn, em hene û em ê her hebin.” 

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday jî anî ziman ku wê gelê Kurd li ber van zextan jî serî netewîne û ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve. 

ÎSKENDERÛN

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe zextên li ser partiya xwe şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî her dozên dekûdolabê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Şahîn xwest kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan. 

MÊRSÎN 

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Zext nikarin me bêzar bikin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP bi ser bikeve.